Mehname | Sibat

Ev demekê dirêj bû min li ser wekî cerîbandin nivîsên bi Kurdî binivîsînim. Lê nizanim çima ez dudilî dimam. Nebêjim nizanim. Na, ez dizanim çima. Tirs. Tirsekî çawa? Ez zimana xwe ya dayîkî bi qasî zimanê Tirkî nizanim. Ger ez xelet binivîsînim ev e çawa bibe? Ne şerm e? Lê alîyekî din jî heye, qet bi zimanê xwe ne nivîsandin jî ne eybe gelo? Piştre min ji xwe re got, binivîsîne bila xeletî û şaşî hebe. Her ku tu binivîsînî pêşve biçî. Erê carina min helbest û çîrokên bi Kurdî dinivîsand lê ne xurt bûn. Hîn jî li ser wana kar dikim. Roman, çîrok, helbest û ceribandinên bi Kurdî jî min dixwend û her tim dilê min de agirekî gêş dibû.

Temam derdora min hemû bi Tirkî diştexilin. Kar û barê me jî mixabin bi Tirkî ye. Dibistanê jî me bi Tirkî dixwend. Malbat ji xwe digot em Kurmancî diaxivin lê nivî zêdetir zimanê wan Tirkî bû. Gelmîşke û gîtmîşke… Dema ez hatim 13-14 salî, lêgerîn û pirsên min her ku diçûn zêde dibûn. Piştrê min hewl da ku ez bixwe bixwe zimanê dayîkê fêr bibim. Bi rastî jî xwendin, nivîsandin û axaftin ez bixwe fêr bûm. Min ferhengekî stand. Li ser Youtubeê vîdyoyên bi Kurdî temaşe kir. Kemekî êdî min fehm dikir û romanekî bi Kurdî min kirî. Romana ya Mehmed Uzun bi navê “Tu”. Destekî min de ferheng ya din jî pirtûk hebû. Bi peyv bi peyv û piştra bi hevok bi hevok min xwend. Wisa wisa alîmîm. Lê dema pratik ne zêde be piştî demekî ziman jî lewaz dibe. Ji xwe em zarok bûyîn de fêr nebû ne. Hîn min xewnên xwe bi Kurdî ne dîtîye. Çi êşekî ye… Bes her tim min wekî Kurdekî jîya.

Niha helbest, çîrok û ceribandinên min hemû bi Tirkî ne. Êdî ez dixwazim bi zimanê dayîka xwe jî binivîsînim. Ev destpêk ji bo min gavekî ye. Ne ji bo tenê nivîsandin ji bo pêş xistina zimanê xwe jî pêwîst bû. Ez zanim pir kemasîyên min hene. Lê ez ê ser da biçim û ser bikevim. Ma ne eybê sal bûye 2025 û em Kurd zimanê xwe nizanin. Êdî derfet hîn zêdetir in. Ez naxwazim bi kursa ve zimanê xwe hîn pêş bixim. Na, bi xwendin û nivîsandin ez dîsa bixwe fêr bibim. Ne zêde xirabim bes dîsa jî Kurdî wekî deryayekî bê dawî ye. Ketina nav wisa ne hêsan e.

Navê ev nivisên min bibe “Mehname”. Jiber ku ez her meh hewl bidim ku hêrî kêm carekî ev nivîsên xwe biweşînim. Bêle belkî mehê dû, sê caran jî biweşînim. Dîsa jî hedefa min hêrî kêm mehê carekî ye

***

Mirov qîmetê bide li ser karê xwe her tim dîyar dibe û balê li ser xwe dikşine. Weşanxaneya Pall ê her ku kitêbekî diweşîne bi rastî bala min diçe ser û kîtabên ku wana weşandine min hemû jî kirî. Ezê wana yek bi yek bixwînim. Jiber ku berg e bigre heya hûrgîlîya pirtûkê dîyar dike ku li ser dixebitin. Karê xwe baş dikin. Li gor min derveyî wesfa pirtûkê berga pirtûk jî pir giring e. Ne ku ev pirtûkê li ser berg e şîrove kirine an jî bi pêşbiryar ve nêzîk bûyîne. Bes hemû detayên pirtûkê girîng in. Weşanxaneyên Kurdî piranî bergên wana kemekî lewaz dimînin. Avesta, Nûbihar jî baş in li gor min. Lê hinek weşanxane, nizanim çima wiha dikin, karên ku dikin pir bi nirxe lê bergên wana an jî belavkirina pirtûkên wana pir lewaz e. Bêle belavkirina li ser pirtûkên Kurdî hîn jî tengasî hene lê wana medyayê civakî jî pir qels bikar tînin. Lêkolînên ku dikin pir hêja ye lê mêze dikî agahîya ti kesî wan karê tune ye.

***

Tirkî bi darê zorê ketîye jîyanê me.Em bi xwesteka xwe fêr nebûne. Bav û kalên me mirinê, êşkence dîtîne. Niha ez bi zimanên wana diaxivim, dinivîsînim, kar dikim. Ma me jî ne dixwast welatê me azad be û em jî her tişte xwe bi zimanê xwe bikin? Erê niha Tirkî ji bo min wekî amûrekî ye. Jiber ku derdê xwe bigîhînim niha hewce ye. Lê zimanê min jî ne hewce ye? Ez êdî bi dû zimanan binivîsînim. Derdê xwe bi Tirkî jî bibêjim, binivîsînim û zimane dayîka xwe pêş bixim û bi zimana xwe jî bibêjim, binivîsînim. Ez ne dijminê ziman im. Yên ku me kuştine û bi zorê fêrê zimana xwe kirine û ser me de ferz kirinê pirsgirêkê me ji wan re heye.

Yorum bırakın